Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam in

.

Şeva borî li hin bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam bûn. Ciwanên Tehranê ragihandin ku wê roja Şemiyê piştî nîvro xwepêşandaneke giştî were lidarxistin.

Şeva borî li Tehran, Yezd, Zahidan, Ehwaz, Tewrêz, Urmiye, Seqiz û Bokanê welatiyan bi şêweyên cuda xwepêşandan kirin.

27mîn roja xwepêşandanan di demekê de hat ku hikûmetê gihandina înternetê bi tundî sînordar kir û tedbîrên ewlehiyê tundtir kir.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, polîsên Sineyê ji şofêrên ku di van rojên dawî da bi horna otomobîlan piştgiriya xwepêşandanan da, soz wergirtin û ji wan re gotin ku di xwepêşandanan da dernekevin kolanan.

Îro 28 roj in li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji ber kuştina keça Kurd a xelkê Seqizê, Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên exlaqî yên Tehranê ve xwepêşandan têne kirin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) roja Pêncşemê raportek li ser kuştina xwepêşanderan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kir. Li gorî vê raporê, heta niha 144 xwepêşander hatine kuştin ku 23 ji wan zarok in.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt