Li gelek bajaran polîsan bi ser ofîsên medyaya Kurdî de girtin

.

Hêzên Polîs ên Tirkiyê îro di operasyonekê de avêtin ser ofîsên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS û malên hejmarek rojnamevên Kurd û li gor zanyariyên destpêkê hejmarek kes hatine desteserkirin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê polîsan bi ser ofîs û malên payamnêrên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê de girtin.

Operasyon bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li Enqere, Stenbol, Amed, Wan, Riha, Mêrdîn û Mêrsînê hatine kirin û polîsan bi ser ofîsên her du ajansên Mezopotamya (MA) û JINNEWS de girtine ku nûçeyên herêmên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê bi zimanên Kurdî û Tirkî diweşînin.

Polîsan herwiha bi ser malên hin rojnamevanên her du ajansan de girtin û lêgerîn kirin.

Li gor agahiyan, polîsan 11 rojnamevanên Kurd desteser kirine.

Hatiye ragihandin ku polîsan bi ser malên peyamnêrên wê ajansê yên Amedê Selman Guzelyuz, yê Wanê Hakan Yalçın û yê Rihayê Emrullah Acar, ya Enqerê Zemo Aggoz û mala rêvebera karê nivîsê ya Stenbolê Diren Yurtsever de girtin û ew desteser kirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de Peyamnêra JINNewsê ya Mêrdînê Oznur Deger û yên Enqerê Habibe Erende û Derya Ren jî li malên xwe hatine desteserkirin.

Di dema serdegirtinan de Birêvebera Karê Nivîsan a Mayê Dîren Yurtsever, peyamnerên MAyê Deniz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar ve Ceylan Şahinli û peyamnerên JINNEWSê Habibe Eren, Oznur Değer û Derya Ren hatin desteserkirin û ji bo Enqerê hatine veguhestin

Di van desteserkirinan de polîsan dest danîn ser gelek belge û pirtûkên wan rojnamevanan.

Kurdistan Haberleri

Selahattîn Demîrtaş: Em vê gava dîrokî bi coş pêşwazî dikin
Serok Barzanî li ser biryara PKKyê daxuyanî da
Piştî rawestîna şer dê 602 gundên Başûrê Kurdistanê dîsa ava bibin
AK Partiyê li ser biryara PKKyê daxuyanî da
Cano Amedî: Em naxwazin Kurd bên xapandin