Li Fransayê hikumeta Barnier ji kar ket

.

Li Parlamentoya Neteweyî ya Fransayê dengdana pêbaweriyê hat kirin. Hikumeta rastgir a Serokwezîr Michel Barnier di dengdanê de “dengê pêbaweriyê” bi dest nexist û ji kar ket.

Hikûmetê di dengdanê de 331 dengên nerênî sitandin û ji dengdana pêbaweriyê derbas nebû. Bi giştî 577 endamên parlamentoyê hene.

Mixalîfên çepgir xwestin Macron îstifa bike. Partiya proto-faşîst ya Le Pen diyar kiriye ku ji bo Serokomar dev ji wezîfeyê berde zext zêde bûne.

Serok Macron, di 5ê Îlonê de piştî hilbijartinên pêşwext yên ku havînê hat kirin, Barnier ji bo serok wezîriyê wezîfedar kiribû.

Li Fransayê piştî nakokiyên li ser budceyê qeyraneke siyasî rû da û dengdana pêbaweriyê hat kirin.

Serokwezîr Barnier sê meh berê dest bi karê xwe kiribû û niha neçar e îstifaya xwe pêşkêşî Serokkomar Emmanuel Macron bike.

Hikûmeta Barnier hikûmeta yekem e ku ji 1962an ve ji hev belav dibe.

Kurdistan Haberleri

Rapora hikûmetê: Li Herêma Kurdistanê ji sedî 10ê bikarhênerên madeyên hişbir jin in
Hikûmeta Şamê li Serê Kaniyê û Girê Spî sindoq danîne
Koreya Bakur moşekên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê
NATO: Ez ji Trump bawer dikim ku krîza Rûsya-Ukraynayê çareser bike
Îsveçê 150 heb balafirên Gripen difroşe Ûkraynayê