Li Fransayê di xwepêşandanan de 1311 kes hatin desteserkirin

.

Li Fransayê di şeva çarem a xwepêşandanan de ku ji ber kuştina xortekî 17 salî dest pê kiriye, 1311 kes hatin desteserkirin û 79 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

 Li Fransayê di şeva çarem a xwepêşandanan de ku ji ber kuştina xortekî 17 salî dest pê kiriye, 1311 kes hatin desteserkirin û 79 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên medyaya Fransayê, di xwepêşandanan de 1311 kes hatine desteserkirin û 79 kesên ji tîmên polîs û cendirme jî birîndar bûne.

Li bajarên cuda bi şev 1350 wesayît hatine şewitandin, 234 avahî jî hatine şewitandin an jî zirar dîtin.

2 hezar û 560 avahî û cihên dewletê hatine şewitandin û herî kêm 30 navendên polîsan û 11 baregehên cendirmeyan rastî êrîşa xwepêşandanan hatine.

Macron piştî civîna awarte ya roja Înê daxuyaniyek da û got ku dê zêdetir polîs ji bo rêgirtina xwepêşandanan werin erkdarkirin lê rewşa awarte ranegihand.

Roja 27ê Hezîrana 2023an, Nahel M. yê 17 salî li Nanterre ya Parîsê bi hinceta ku guh nedaye hişyariya polîsan bi guleyan hat kuştin û piştî wê bûyerê xwepêşandanên nerazîbûnê dest pê kirin ku li gelek bajarên Fransayê belav bûye.

Di xwepêşandanên şeva Înê de li bajarên Marsîlya, Lyon, Toulouse, Strasbourg û Lille jî di nav de avahî û wesayît hatin şewitandin û dikan hatin talankirin.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin