Li Fransayê biryara dadgehkirina 3 berpirsên Sûrî hat dayîn

.

Rêveberê Encumena Asayîşa Niştîmanî ya Sûriyê Elî Memlûk û 2 berpirsên din yên Sûriyê li Dadgeheke Parîsê bi awayekî xiyabî wê bên dadgehkirin.

Li gorî daxuyaniyeke Fedraliya Navdewletî ji bo Mafên Mirovan FIDH û Navenda Sûrî ji bo ragihandin û azadiya nerînê û Rabîteya Fransî ji bo Mafên Mirovan LDH, ku dozgerên lêkolîna tawanên li dijî mirovatiyê li dadgeha Parîsê biryar dane Elî Memlûk û Serokê Berê yê Îstixbarata Cewî (Emin Cewî) li Sûriyê Cemîl Hesen û Berpirsê Beşê Lêkolînê yê Istixbarata Cewî li Balefirgeha Mezê Ebdilselam Mehmûd dadgeh bike.

Herwiha ew 3 berpirsên Sûrî bi tohehmeta encamdana tawanên li dijî mirovayetiyên wê bên dadgehkirin.

Ew 3 kes li ser doza malbata Debax wê bên mehkemekirin, ew malbat ku welatiyên Sûrî û Fransî bûne û sala 2013an 2 kes ji wan li Şamê ji aliyê istixbarata cewî ve hatine girtin û sala 2018an ji malbata wan re gotine ku wan herdu kesan canê xwe ji dest dane, yek ji wan Mazin Debax û kurê wî Patrîk bû. 

Kurdistan Haberleri

Zengila sala nû ya xwendinê lê ket: Mesrûr Barzanî bangî parlamenteran kir
Xwişka Margrêt Behsa Jiyan û Xebata Wê ya Pêşmergatîyê Dike
Mesrûr Barzanî helwesta Bexdayê rexne kir: Kerkûk dilê Kurdistanê ye
Berdevkê CENTCOMê ji Rûdawê re got: Em dest ji herêmê bernadin
Nêçîrvan Barzanî: PDK û YNK bi berdewamî dicivin