Li Fransa Êrişa çekdarî: 2 koçberên Kurd hatin kuştin

.

Li daristana Dunkirkê ya Fransayê, êrişkarekî çekdar derbasî kampeke penaberan bû û 2 koçberên Kurd kuştin û çend kesên din jî birîndar kirin.

Bûyer îro bi dema Hewlêrê saet 19:30î qewimî.

Çalakvan û rojnameger Rênc Peşderî ji Rûdawê re bûyer piştrast kir û got:

"Êrişkar welatiyê Fransayê bû. Bi otomobîla xwe derbasî kampa Dunkirkê bû.

Pasevanên ewlehiyê û kesên li wir hewl da wî bidin sekinandin lê êrişkar çeka xwe derxist û gule li koçberên kampê reşandin."

Rênc Peşderî da zanîn ku di êrişê de 2 koçberên ji Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û got:

“Navê yekî Hadî, navê yê din jî Mihemed e lê heta niha nasname û hejmara birîndaran nayê zanîn.”

Ev koçberên ku li daristana Dunkirkê ne, hêvî dikin ku derbasî Brîtanyayê bibin.

Bi gotina Rênc Peşderî, êrişkar kariye ji cihê bûyerê bireve û tevî ku bi zelalî ji aliyê kamerayan ve hatiye tomarkirin jî heta niha nehatiye girtin.

Daristana Dunkirkê 235 kîlometreyan li bakurê paytexta Parîsê ye û wekî cihê qaçaxçiya koçberan û komkirina wan tê zanîn.

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir