Li Festîvala Fîlman a Silêmaniyê merasîmek ji bo qurbaniyên lehiya li Hewlêrê

.

Li 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê ji bo rêzgirtina li qurbaniyên lehiya li Hewlêrê find hatin vêxistin û di merasîmê de hunermend û sînemagerên navxwe û biyanî tê de amade bûn, hevxemiya li gel kesûkarên qurbaniyan hat nîşandan.

Ji ber lehiya roja Îna borî ya li çend taxên Hewlêrê, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û heta niha jî termên du kes ji wan nehatine dîtin ku yek ji wan zarokekî 10 mehî ye. Jibilî ziyanên canî, ziyaneke mezin a madî jî çêbû.

Li 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê ku di roja duyem de berdewam e, qurbaniyên lehiya Hewlêrê nehatin jibîrkirin û merasîmeke taybet ji bo bibîranîna qurbaniyan hat sazkirin.

Di wê merasîmê de hunermend û sînemagerên navxwe û biyanî amade bûn û ji bo rêzgirtin û bibîranîna qurbaniyan, find hatin vêxistin.

Tora Medyayî ya Rûdawê, sponsora medyayê ya 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê ye ku di roja duyem de jî festîval rastî eleqeyeke mezin hat û holên sînemayê tijî bûn.

Roja demjimêr 15.00 dest bi nimayîşkirina fîlman tê kirin û heta 18.30 berdewam dibe û paşê demjimêr 20.00 nimayîşkirina fîlman dest pê dike û heta 01.00ê şev berdewam dike.

Rojane di çarçova festîvalê de panel birêve diçin û îro bi navê ‘Penceşêra Cîhanî’ birêve çû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle