Li Fermandariya Komandoyan a Şirnexê teqîn: 2 leşker birîndar bûn

.

Li Fermandariya Komandoyan a Cendermeyan a Çakirsogut a li parêzgeha Şirnex ya Bakurê Kurdistanê di encama teqînekê de 2 leşker birîndar bûn.

Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin ragihand, îro 3ê Tebaxa 2022an di dema hijmartin û pişkinîna teqemeniya ronîkirinê ya bi corê DM-16 li depoyeke Fermandariya Komando ya Cendermeyan a Çakirsogutê teqînek çêbûye û piştî teqînê agir bi wê depoyê û derdora fermandariyê ketiye.

Bilgîn da zanîn ku di encama teqînê de 2 leşker ji destên xwe birîndar bûne û ti ziyaneke canî nîne.

Parêzgarê Şirnexê dibêje agirê ku di encama teqînê de derketibû piştî demek kurt bi 22 wesayîtên agirvemirandinê û  ji aliyê 80 karmendên agirvemirandinê ve hatiye kontrolkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle