Li Eyn Îsayê ji ber topbarana artêşa Tirkiyê 3 kes birîndar bûn

.

Li bajarokê Eyn Îsayê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber topbarana artêşa Tirkiyê 3 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, di encama topbarana artêşa Tirkiyê li gundê Cideydê û Rêya Navdewletî ya M-4, sê  kes birîndar bûn ku du ji wan birayên hev in.

Navên kesên ku birîndar bûne: Mihemed û Mehmûd Fewaz el-Weggai û Mihemed Salim Kemal in.

Hat ragihandin kesên ku di topbaranê de birîndar bûne ji bo nexweşxaneyên Reqayê hatine veguhestin.

Gundê Cideydê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye topbarankirin bi 2 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Eyn Îsayê.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ