Li eyaleta Kaliforniyayê êrîşa çekdarî: 9 kuştî

.

Li Amerîkayê li eyaleta Kaliforniyayê li bajarê San Jose di êrîşeka çekdarî de li gor ragihandinê 8 kes hatine kuştin û pir kes birîndarin. Polîsê bajarê San Joseyê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku piştî êrîşê polîs bersiva êrîşê daye û êrîşker hatiye kuştin. Tevî êrîşker jimara kuştiyan gihaye 9 kesan.

Êrîşker sekiniye da sieta betlana karkerên rêya hesin were û tam di wêxtê de ketiye nav tevgerê. Şerîfê herêma Santa Clarayê ragihandiye ku tîmên wan li ciyê bûyerê ne û weha gotiye:

“Ev bûyerekî ku hêjî germe. Di wexta em lêpirsîna xwe dikin, bila herkes xwe ji deverê dûr bixe.”

Di wexta pêşiya me de wê dozgerê herêmê civînekî çapemeniyê bike.
 

Amerîka Haberleri

Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack