Li Erzerom, Qers, Dêrsim, Erdexanê berfê rêyên 1073 cî û waran girtiye

.

Çend bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Li Erzerom, Qers, Îdir, Dêrsim û Erdexanê ji ber berf û pûkê rêyên 1073 cî û waran hatiye girtin.

Li Erzerom, Qers, Îdir, Dêrsim û Erdexanê ji ber berf û pûkê rêyên 1073 cî û waran hatiye girtin.

Li Erziromê ji ber roj in berf gelek zêde dibare, di çûn û hatinê de astengî derdikevin.  

Ji ber berfê li deverên bilind rêyên 893 tax û goman girtiye.

Ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyan li ser karê xwe ne.

Ji ber berf û pûkê li Qersê rêyên 60, li Dêrsimê rêyên 78, li Îdirê rêyên 23 û li Erdexanê jî rêyên 19 gund û goman hatiye girtin.

Ekîbên Rêveberiya Taybet jî ji bo vekirina rêyên gundan dixebitin.

Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê rêya 683 cihî girtiye

 Li Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê ji ber berf û pûkê rêyên 683 tax, gund û goman girtiye.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî daye û ragihandiye ku berf û pûkê rêyên 283 cî û warên bi ser bajêr ve girtiye û tîmên rêvekirinê kar dikin.

Li Colemêrgê jî berfa êvarê lê kir tevlî pûkê hinek rê hatin girtin.

Li gor agahiyên ji Rêveberiya Taybet a Bajêr hatiye hildan li seranserê bajêr ji ber berfê rêyên 84 gund û goman girtine.

Li Bedlîs û Mûşê jî berfeke zêde dibare û li gor agahiyên ji rêveberiya taybet ên herdu bajaran hatine hildan li Bedlîsê rêyên 162 gund û goman û li Mûşê jî rêyên 154 gom û gundan girtiye.

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir