Li Erdexanê 2 deriyên sînorî ligel Gurcîstanê hatin vekirin

.

Deriyên sînorî yên Çildir-Aktaş û Posof-Turkgozu yên parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ligel Gurcîstanê ku ji sala 2020ê ve bo çûn û hatina rêwiyan girtî bûn careke din hatin vekirin.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Erdexanê Çetîn Demîrcî ragihand ku deriyên  sînorî yên Çildir-Aktaş û Posof-Turkgozi yên Erdexanê ku ji sala 2020ê ve di çarçoveya tedbîrên Coronayê de ji aliyê Gurcîstanê ve bo çûn û hatina rêwiyan hatibûn girtin, bi biryareke hevbeş a ligel hikûmeta Gurcîstanê careke din hatine vekirin.

Demîrcî derbarê vekirina wan deriyên sînorî de got: "Divabû deriyên me 1ê Adarê bihatana vekirin lê ji ber hinek sedeman îro hatin vekirin. Îro li herdu deriyan jî çûn û hatina rêwiyan dest pê kiriye."

Deriyên navborî ji 18ê Adara 2020ê ve bi hinceta tedbîrên Coronayê bi biryareke yekalî ya Gurcîstanê hatibûn girtin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin