Li Êlihê pevçûn: 41 birîndar

.

Li navçeya Qubînê ya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûnekê de 41 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li navçeya Qubînê şeva borî di navbera ciwanên ku li kafeyekê rûniştibûn de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Bi beşdariya malbat û xizmên ciwanan re, her du aliyan bi dar, kevir û kêran êrîşî hev kir.

Di encama pevçûnê de ji her du aliyan 41 kes birîndar bûn, birînên kesekî ji wan giran in.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qubînê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Hat zanîn ku rewşa birîndarekî ya tenduristiyê xirab e û yê din baş in.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Zohran Mamdani bû yekem şaredarê Misilman ê New Yorkê
Li Tehranê metirsiya mezin: ‘Tenê têra 2 hefteyan ava me maye’
DW: Berpirsê PKKyê yê Hamburgê hat desteserkirin
Koşka Spî: Serok Trump dê duşemê bi Ehmed Şer re bicive
Şirketeke Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekir