Li Êlihê di encama hilweşîna balkonê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn

.

Li navçeya Qubînê ya bajarê Êlih a Bakûrê Kurdistanê, di encama hilweşîna balkona malê de, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Balkona ku wekî lêzêdekirinek li qata yekem a xaniyê sê qatî yê malbata Yel li gundekî ser bi navçeya Qubînê hatibû çêkirin, di dema xebata danîna kaşîyan de hilweşiya.

Di wê demê de 9 kesên ku di qata jêrê de xwarin dixwarin, di bin wê balkona ku hilweşiya de man.

Li ser agahdar kirinê hejmareke zêde ji ambulas û cendirme ji wê herêmê re hatin şandin. Hat ragehandin ku di encama kontrol kirinan de Firat Tarhan ê 27 salî, Mûcahît Toy yê 18 salî û Faris Yel yê 12 salî jiyana xwe ji dest dan.

Herwaha hat diyar kirin ku Raman Yel yê 19 salî tevî hemû midaxileyên bijîşkî nehatiye rizgar kirin û li nexwaşxanê jiyana xwe ji dest daye, ji 7 kesên birîndar jî, 3 kes birînên wan giranin.

Herwaha di derbarê wê bûyerê de jî lêpirsîn hatiye destpê kirin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê