Li Ekvadorê di girtîgehan de alozî derket û 75 kes mirin

.

 Li welatê başûrê Amerîkayê Ekvadorê, di 3 girtîgehên bajaran de serhildan pêkhat û li ser destwerdana polîs 75 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor çapemeniya Ekvadorê ragehandiye li girtîgehên bajarên Guayaquil, El Turi û Cotopaxi serhildan derketiye û li ser destwerdana polîs jî 75 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, 2 polîs jî birîndar bûne.

Rayedaran ragehand, hejmarek zêde ya hêzên ewlehiyê ji cîhên bûyeran re hatine veguhestin û hewl tê dayîn ku kontrola girtîgehan bê kirin.

Serokê Dewleta Ekvadorê Lenin Moreno jî li ser twitterê ragehand: ''Li girtîgehên cuda yên welat rêxistinên tewankar di heman demê de çalakiyên tundiyê pêkanîn. Hêzên ewlehiyê li girtîgehên Guayaquil, Cuenca û Latacunga ji bo kontrola ewlehiyê bihêz bikin ketine tevgerê.''

Afrîka Haberleri

Trump: Pêwendiyeke me ya pir baş bi Îranê re heye
Endamên YNKê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de li dijî biryara partiya xwe derketin
Wezareta Çandiniyê: Bexda bi wekhev li cotkarên Kurdistan û Iraqê nanêre
Parêzgarê Kerkûkê tê guhertin
Berdevkê Serokatiya Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser namîne