Li Efrînê Mela Mistefa Barzanî hat bibîranîn

.

 Weke adetekê her sal li Rojavayê Kurdistanê, roja ji dayîkbûna Mistefa Barzanî tê bi bîranîn. Îro 14ê adarê ye, salvegera jidayikbûna Mistefa Barzanî ye. Li bajarê Efrînê bi sedan kes ji welatiyên herêmê seredana navenda Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kirin û spasiya xwe ji bo pêşkêşkirina alîkariyan kirin.

Roja Sêşemê, 14yê Adara 2023yan, xelkên Efrînê, bi awayekî cuda salvegera jidayikbûna Mela Mistefayê Nemir bibîr anî.

Bi vê helkeftê, û weke rêzgirtinê ji vê rojê re, li gorî zanyariyên ku ji ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihiştin Rûdawê, nêzîkî 500 kesî ji pêkhateyên cuda û ji xelkên Herêma Efrînê, herwiha ji eşîrên Erebû Encûmena Xwecihî ya Efrînê, serdana Ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarê Efrînê kir, ji bo beşdariyê di vê helkeftê de bikin.

Hevdem berpirsên wê nivîsgehê jî pêşwazî li wan kir.

Ji aliyê xwe ve jî, xelkên Efrînê , bi hezkirin û dilxweşî derbirrîna hest û nestên xwe kir. Li cem beşdarbûyan ev roj, cihê şanazî û dilxweşiyê ye.

Xelkên Efrînê ku bi nasnavê “Bavê Kal”  Barzaniyê nemir binav dikin, kêfxweşiya xwe bi vê helkeftê nîşan didin.

Ji qad û çînên cuda yên Herêma Efrînê, beşdarî di vê helkeftî de kir, di nav de jî kesayetiyên wê herêmê û komên hunerî yên Kurdî.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye