Li Efrînê ji ber agirê Newrozê hejmarek welatiyên Kurd hatin şehîdkirin

.

Li navçeya Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê grûpa Ehrar El Şerqiye, ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li hejmarek welatiyên Kurd barandin.

Li navçeya Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê grûpa Ehrar El Şerqiye, ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li hejmarek welatiyên Kurd barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Jêderekî ji navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ji Kurdistan24ê re ragihand, çend kesan ji malbata Pêşmerg ji bo pîrozbahiyê, agirê Newrozê vêxistin, ji ber vê yekê çekdarên grûpa Ehrar El Şerqiye gulle li wan barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û çend kes jî birîndar in.

Navên kesên ku di êrîşê de şehîd bûne ev in: Ferhedîn Usman (43 salî), Mihemed Usman (42 salî), Nezmî Usman (38 salî) û Mihemed Ferhedîn Usman (18 salî).

Heman jêder eşkere kir ku şehîd û birîndar bo Nexweşxaneya Efrînê hatine veguhestin.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle