Li Efrînê grûpên ser bi Tirkiyê dest danîn ser milkê Kurdan

.

- Li navçeya pîşesazî li bajarê Efrînê çekdarên grûpa el-cebhe el-Şamiye bi zora çekan dest danîn ser firoşgehên xelkê û her firoşgehek mehane bi 50 dolaran bi kirê dan, herwiha her kişkek mehane bi 200 lîreyên Tirkî bi kirê dan.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov û çalakvanên xwecihî, li navçeya pîşesazî li bajarê Efrînê çekdarên grûpa el-cebhe el-Şamiye bi zora çekan dest danîn ser firoşgehên xelkê û her firoşgehek mehane bi 50 dolaran bi kirê dan, herwiha her kişkek mehane bi 200 lîreyên Tirkî bi kirê dan.

Heman çavkaniyan eşkere kirin, li navçeya Mabataya Efrînê jî grûpa Lîwaa Semerqend 2 dolar bac danî ser her serî pezekê daku li nav zeviyên xelkê gundê Efraziyê biçêrin.

Herwiha li gundê Imara li Mabatayê çekdarên artêşa niştîmanî ya ser bi Tirkiyê 35 darzeytûn û 12 darbihîv birrîn daku wek êzingan wan bifiroşin.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkirinên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû