Li Efrînê grûpên çekdar bacê ji Kurdan distînin

.

 Grûpên çekdar ên Feyleq el-Şam û Ehrar el-Şerqiye, baca zorane li ser welatî û bazirganên Kurd li nahyeya Raco ya Efrînê ferz dikin. Rêxistina Mafên Mirovan Efrînê dibêje, grûpa Feyleq el-Şam, bi qasî 100 dolar bac li ser her welatiyekî gundên Meydanayê disepîne.

Sepandina bacê li ser welatî û bazirganên Kurd li Herêma Efrînê bûye diyardeyeke berbiçav.

Herdu grûpên çekdar ên Feyleq el-Şam û Ehrar el-Şerqiye baca zorane li ser welatî û bazirganên Kurd li nahiyeya Raco ya Efrînê disepînin.

Her li wî bajarokî, çekdar bacê bi nêzîkî hezar dolarî li ser bazirganên Kurd disepînin, ew jî bi bihaneya firehkirina zindana wî bajarokî.

Çalakvanê sivîl ji Efrînê Mistefa Şêxo anî ziman, “Du sal in li Efrînê bac, girtin, lêdan zêde dibe û kêm nabe. Grûpên çekdar 100 dolaran ji cotkarên Kurd distîne.”

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ragihandiye ku grûpa Feyleq el-Şam jî, bac bi bihayê 100 dolarî li ser her welatiyekî gundên Meydana disepîne, da rê bide wan ku pelên mêwan ji zeviyên xwe biçinin.

Çalakvanê sivîl ji Efrînê Mistefa Şêxo her wiha got, “Roj bi roj lêdan li Kurdan tê kirin, duh jî li xortekî Cindirêsê dan.”

Ji 20ê Çileya 2018an ve ango bi dirêjahiya bêhtirî 5 sal û nîvê, heta niha, grûpên çekdar li Herêma Efrînê di binpêkariyên xwe de, li dijî welatiyên Kurd, berdewam in û ti rêgirî ji ti aliyekî, ji wan re nayê kirin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’