Li Efrînê grûpeke çekdar 400 darên zeytûnan birîn

.

 Li taxa Mehmûdiye li bajarê Efrînê, çekdarên grûpa Ehrar el Şerqiye ser bi Tirkiye 400 darên zeytûnan birîn, hevdem dest danîn ser zeviyekî milkê Kurdekî gundê Kefir Şîlê, piştre kirin pişkên xaniyan bo avakirinê, û her pişkek bi 6 hezar dolar firotin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 7ê Êlûnê li taxa Mehmûdiye li bajarê Efrînê, çekdarên grûpa Ehrar el Şerqiye ser bi Tirkiye 400 darên zeytûnan birrîn, hevdem dest danî ser zeviyekî milkê Kurdekî gundê Kefir Şîlê , piştre kirin pişkên xaniyan bo avakirinê, û her pişkek bi 6 hezar dolar firotin. Heman grûpê çekdar bac ferz kirin ser cotkarên taxa Mehmûsiyê heta birrê wan bacan gehişte 200 dolar bo ser her cotkarekî.

Ji aliyê xwe ve, çekdarên “Atêşa Niştîmanî” ser bi Tirkiye, li taxa Eşrefiye li bajarê Efrînê, 2 malên ku dest danî bûn ser wan firotin, mala yekem bi 900 dolaran û ya din bi 750 dolaran, ku xwediyên herdû malan ji navçeyên Bilbilê û Mabatayê ne.

5ê Îlona jî, li bajarê Efrînê çekdarekî grûpa Siltan Murad ser bi Tirkiye maleke Kurdekî gundê Eyn Dare ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê bi 1500 dolaran firotibû, herwiha çekdarekî grûpa el-Hemze 3 xanî li taxa Eşrefiye li bajarê Efrînê bi 3 hezar dolar firotibûn.

Kurdistan Haberleri

Konê Reş: Xewna Mîr Celadet li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye
Ramî Ebdirehman: DAIŞ derbaz bûye nav Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê
Sefîn Dizeyî: Destpêka 2026ê Korbenda Aborî ya Herêma Kurdistanê bi Amerîka û Brîtanyayê re tê lidarxistin
Baba Şêx bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir
Şandeya Cihûyan li Sûriyeyê ye: Li pey şopa bav û kalan in