Li Efrînê Erebên hawirde li dijî Tirkiyê xwepêşandan kirin

.

 Duh Înê bi dehan Erebên hawirdeyên ji bajarên din yên Sûriyê ku li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bi cih bûne an jî hatine bicihkirin, li dijî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derketin kolanan û xwepêşandanek kirin.

Erebên hawirde di xwepêşandanê de nerazîbûna xwe li hember axavtinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu nîşan dan ku gotibû, Tirkiye amade ye her alîkariyeke siyasî bide Hikûmeta Sûriyê di şerê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de.

Xwepêşanderan dirûşmên li dijî biryara Tirkiyê yên wek “Ti terorek li ser terora Esed re nîne” gotin û nivîsandin.

Ev daxuyanî piştî çend daxwaziyan li dijî axavtinên Mevlut Çavuşoglu hatin û daxwaz kirin ku şer û bereyên nû li dijî Hêzên Hikûmeta Sûriyê bêne vekirin.

Hinek dirûşmên xwenîşanderan ev bûn; eger biryara azadkirina Sûriyê di destê gerentor de ji bo meramên siyasî bê bikaranîn, bila biryarê ji me re bihêle, herweha Şoreşa wan Teror têde nîne, Teror Esed, Îran û Rûsya ne. Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Serê terorê rejîma Esed e.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin