Li Efrînê di teqîna mînekê de 5 zarok birîndar bûn

.

Li Efrînê 5 zarok bi sedema teqîna mînekê de bi giranî birîndar bûn û bo Nexweşxaneya Efrînê hatin rakirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihandiye ku roja Duşembê 27ê Kanûna 2021an bi sedema teqîna mînekê li nahiyeya Mabata li gundewarê Efrînê, 5 zarok bi giranî birîndar bûne.

Heman çavkaniyê navên wan zarokan jî wiha belav kiriye; Yûsiv Fecir ji gundewarê Idlibê, Mihemed Rîmî ji Xan Sibil, Mistefa Mihemed ji gundewarê Idlibê, Mihemed Ebbûd ji Idlibê, Nedîm Nedîm Ebbûd ji gundewarê Idlibê.

Ew zarokên birîndar bo Nexweşxaneya Efrînê hatine veguhastin.

Heta niha nehatiye zanîn ew mîn ji aliyê kê ve li wê derverê hatiye danîn.

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin