Li Efrînê di heftiyekê de bêhtirî 200 darzeytûn ji aliyê grûpên çekdar ve hatine birrîn

.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di heftiyekê de bêhtirî 200 darzeytûn ji aliyê grûpên çekdar û Erebên hawirde ve hatine birrîn.

Dr. Îhsan Efrînî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku 60 darzeytûnên wî ji aliyê grûpên çekdar ve hatine birrîn.

Tora Çalakvanên Efrînê jî ragihandiye ku çekdarên Siltan Mûrad û Siqûr el-Şemal 90 darzeytûnên herdu welatiyên Kurd Cemal Omer û Mistefa Omer ji gundê Qizilbaş birrîne.

Çekdarên heman grûpa Siltan Mûrad 28 darzeytûnên welatî Şaban Xelîl û 2 darzeytûnên Deyan Hûrî jî li gundê Kotana birrîne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle