Li Efrînê avakirina komelgehên niştecîkirina Ereb û Tirkmenên hawirde hatiye bilezkirin

.

Pêvajoya avakirina komelgehên niştecîkirina Ereb û Turkmenên hawirde li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye berfirehkirin û bilezkirin. Herî dawî komelgehek ji 250 yekeyên niştecîkirinê li Cindirêsê hatiye avakirin

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya avakirina komelgehên niştecîkirina Ereb û Tirkumenên hawirde hatiye berfirehkirin û bilezkirin.

Ji bilî komelgehên ku amade bûne û hawirde di navde hatine niştecîkirin, hin komelgehên nû hatine biserrîkirin û hin jî karê avakirinê di nav wan de destpê kiriye.

Li gorî dîmenê ku çavkaniyekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandiye.

  • Evkomelgeh li nêzîk gundê Kefer Sefrê
  • Li nahiyeya Cindirêsê hatiye avakirin
  • 250 yekeyên niştecîkirinê li xwe digire
  • Mizgeft û navendên ezberkirina Quranê jî hatine avakirin

Yasanas û endamê komîteya rawêjkar a Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriye Ednan Mûrad  ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, di vê qonaxê de pêvajoya avakirina komlgehan berfireh bûye.

Ednan Mûrad got jî, hin xelkê Efrînê zeviyên xwe difiroşin û komeleg li ser tên avakirin, ev yek jî ji bo herêmê pir metirsîdar e.

Ji bilî komlgehên niştecîkirin, dibistan û navendên fêrkirina zanistên olî jî tên avakirin. Çavkaniyeke taybet ji nav Efrînê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku bîr û baweriyên tundajo li dibistan û navendên ser bi grûpên Îslamî ve tên fêrkirin û belavkirin.

Avakirina komelgeh, dibistan û navendên zanistên olî ji aliyê hin Rêxistinên Tirkiyê ve wekî Beyaz Eller, û welatên gendavê, di serî de Qeter û Kiweyt ve tên peredarkirin.

Rudaw

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin