Li Efrînê 8 kes ji aliyên çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin

.

 Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 8 welatiyên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belava kir, çekdarên grûpa “Polîsa Sivîl” roja 10ê Berfanbara 2022an 8 welatî navenda nahiya Raco revandin.

Navên kesên hatine revandin: Mesûd Ehmed Osman, Ebdo Ehmed Osman, Ebdo Mihemed Osman, Zekeriya Xelîl Şêxo, Elî Xelîl Şêxo, Idrîs Ehmed Şêxo, Murad Ehmed Silêman û Henan Farûq Cafer.

Rêxistina mafên mirovan ragihand jî, çekdarên grûpa Sultan Murad roja 10 Berfanbarê 60 darên zeytûnê yên gundê Kefer Cenê birîn, ta ku wek êzing bifiroşin.

Her wiha belav kir jî, dora 15 çekdaran bi ser mala welatiyekî gundê Dêr Siwanê de girtin û zêr, pere û kelûpelên malê dizîn û li kurê xwediyê malê dan.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û ji bilî destdanîna ser mal û milkê xelkê, birîn û şewitandina daran, dizîna cihên şûnwaran, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin