Li Efrînê 5 welatî hatin revandin

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên bi ser wê ve li Efrînê 5 welatî revandin û dest bi kolandina girekî şûnwarî kirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên bi ser wê ve li Efrînê 5 welatî revandin û dest bi kolandina girekî şûnwarî kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, duhî grûpên çekdar û leşkerên artêşa Tirkiyê bi ser gundê Qota yê navçeya Bilbilê de girt û li Muxtarê gund dan û 5 welatî revandin.

Wê rêxistinê navê kesên revandî diyar kirin ku, Ebdo Ebdo, Şerîf Ehmed Şêxo, Beşîr Sîdo, Ebdilqadir Remzî Sîdo û mamosteya dibistana gund Narîman Hacî Mihemed in.

Amaje bi wê jî kir, piştî çend demjimêran Mamoste Narîman Hacî Ebdo û Ebdo Ebdo hatin berdan, lê çarenivîsa 3 kesên din ne diyar e.

Da zanîn jî, roja 17ê vê mehê li bajarê Efrînê grûpeke nenas welatiyê bi navê Kawa Omer revand û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Li gundê Basûtê jî, grûpeke çekdar roja 19ê vê mehê keça bi navê Zêneb Ehmed Betal li rêbenda gund revand û çarenisîva wê jî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê diyar kir jî, duhî hêzên Tirkî li navçeya Şiyê grûpên çekdar ji derdora girê Cirnasê yê şûnwarî dûr xistin û alavên kolandinê yên mezin û barhilgirek anîn û dest bi kolandina wî girî kirin.

Siyaset Haberleri

Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’
Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê qebûl kir