Li Efrînê 5 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

.

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kes revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, hêzên Tirkiyeyê bi hevahengiya grûpa Polîsa Leşkerî, welatiyek li gundê Dîkê yê ser bi Bilbilê ve girtin.

Da zanîn jî,  grûpa Polîsa Leşkerî welatiyekî din li gundê Alçiya yê li navçeya Şera revand, ku di dema dawî de ji Libnanê vegeriyabû.

Rewangehê diyar kir, 2 kes li gundê Meydankê bi tohmeta ku pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re hebû, ji aliyê hewalgiriya Tirkiyeyê girtin.

Herwiha welatiyekî din jî li taxa Eşrefiyê ya Efrînê bi tohmeta ku berê kar bi hêzên asayîşê re kiriye, hate girtin.

Zêdetir ji şeş salan e herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve dagirîkirî ye û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin, çarenivîsa hejmarekê ji wan jî nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, wan direvînin, eşkence didin û pere, fidye û bacan ji wan distînin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle