Li DYAyê ji ber ba û bahozê 94 kes mirine

.

Li 6 eyaletên DYAyê ji ber ba û bahoz û bablîsokê herî hindik 94 kes mirine. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe dewam dikin.

Li DYAyê ji ber ba û bahoz û bablîsokê herî hindik 94 kes mirine. 

Ba û bahoz ji roja înê û vir ve bandora xwe Kentucky û li çendîn bajarên din kiriye. Ji ber ba û bahozê ziyaneke mezin çêbûye, gelek kes li bendî rizgarkirinê ne. 

Joe Biden, Serokê DYAyê aşkere kiriye ku ji ber ziyana mezi, eyaleta Kentucky-yê bûye herêma karesatê. Bidenî sersaxî ji qurbaniyan re xwestiye û diyar kiriye ku ji bo xebatên rizgarkirinê ew bi waliyên eyaleta re kar dikin. 

Li gorî nûçiya BBC Tirkiyê, Navenda Meteorolojiyê ya Netewî ya Amerîkayê ji bo eyaletên Arkansas, Tennessee, Missouri, Kentucky û Illinoisê hişyarî daye. 

Illinois

Li eyaleta Illinoisê banê depoyeke Amazonê hatiye xwarê. Karkerên li depoyê di bin ban de mane û nikarin derkevin. 6 karker mirine. Xebatên rizgarkirina karkerên din dewam dike. 

Piştî demekê di nûçeyan de hatiye nivîsandin ku 30 kes rizgar bûne û 2 kes birine nexweşxaneyeke li Missouriyê. Xebatên rizgarkirinê didomin. 

Arkansas û Tennessee

Li mala bêkesan a eyaleta Arkansasê kesek miriye, 5 kes birîndar bûne. 20 kesên li avahiyê asê mane, rizgar kirine. Rayedaran diyar kiriye ku tevahiya avahiyê rûxiyaye. 

Dean Flener, Berdevkê ajansa Rêveberiya Rewşa Lezgîn ê eyaleta Tennessee-yê diyar kiriye ku li bakurrojavayê eyaletê 3 kes mirine. 

Kurdistan Haberleri

Sûdanî: ‘Çarşema Sor’ li Iraqê dê bibe tatîla fermî
Fuad Hisên: Me gelek bizav kirine ku komkujiya Êzidiyan li ser asta navneteweyî wekî jenosîd bê naskirin
DIHOK - 4 kes di Çemê Xazirê de xeniqîn
Daraza Îranê 6 mehkûman îdam kir ku 3 ji wan Kurd in
Hamasê peyama "domandina şer" da