Li Duhokê 34 parzûngehên neqanûnî hatin rûxandin

.

Li Herêma Pîşesazî ya Kaşê ya Duhokê çend parzûngehên neqanûnî hatin hilweşandin ku bi salan e daxwaza rakirina wan dikin. Qaymeqamê Sêmêlê da zanîn ku li herêmê 45 parzûngeh hene û 34 ji wan dê werin hilweşandin û diyar kir ku 11 parzûngehên din hatine agahdar kirin ku pirsgirêka paşmayî û bêhnê çareser bikin.

Hin şêniyên gundên derdora parzûngehan ji hilweşandina parzûngehan kêfxweş in, ji ber ku wek dibêjin, parzûngehan bêhneke ne xweş belav dikirin û ew bêzar dikirin.

Welatiyê bi navê Zêrevan Sofî ji Rûdawê re anî ziman, “Bi şev bêhna wê dihat. Sibehê dema em ji xew radibûn bêhna ne xweş jê dihat. Ji ber bêhna ne xweş a ku me digot qey tupa gazê ye ez çend caran şiyar dibûm dema ku ez diçûm û min lê dinêrî min didît ku bêhna Kaşê (parzûngeh) ye.”

Welatiyekî din ê wê ji deverê Mehdî Salih jî got, “Berê me bêhn dikişand lê niha bêhna wê nemaye, em daxwaz dikin ku ev mesele cidî were girtin û em spasiya wan dikin.”

Xwediyên parzûngehan dibêjin wan mesrefeke zêde kirine. Xwediyê yek ji parzûngehên ku hat hilweşandin Selah Koçer ji Rûdawê re ragihand, “Bêyî biryara dadger bû, heger biryara dadger derkeve em ê rêzê lê bigirin. Her yekî ji me du sê mîlyon dolar lê xerc kirine. Ev neheqiyeke mezin e.”

Kaşê navçeyeke pîşesazî ya mezin e ku li rojavayê Duhokê ye û çend kargehên cuda lê hene.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin