Li du aliyên Helebê şer derket

.

 Li rojava û rojhilatê bajarê Helebê li bakurê Sûriyê şer di navbera hêzên hikûemta Sûriyê û çekdarên opozisyonê de derket.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva borî 19ê Kanûnê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê de li rojava û rojhilatê bajarê Helebê şer û pevçûn çê bûne.

Çavkaniyên xwecihî ragihandine, ku şer û pevçûnek li derdora bajarokê Tadif li rojhilatê Helebê çê bûye û her du aliyan di şer û pevçûnan de piranî çekên sivik û navincî bi kar anîne.

Li rojavayê Helebê jî, li eniya Basratûn di navbera çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam û artêşa Sûriyê de şerekî tund derketiye.

Heta niha ne hikûmeta Sûriyê û ne jî opozisyonê ti amar û zanyarî derbarê encamên her du şer û pevçûnan de belav nekirine.

ÇAVKANÎ:RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye