Li Diyarbekirê xebatkarên tendirustiyê hatin bibîranîn

.

Ji aliyê rêveber û endamên Jûra Bijîşkên Tirk (TTB) ve xebatkarên tenduristiyê yên ku di heyama nexweşiya Covid-19 û erdhejê de canê xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

Li Diyarbekirê ji aliyê rêveber û endamên Jûra Bijîşkên Tirk (TTB) ve xebatkarên tenduristiyê yên ku di heyama nexweşiya Covid-19 û erdhejê de canê xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

Rêveber û endamên Jûra Bijîşkên Tirk (TTB) li Diyarbekirê bi kongreyeke rojnamegerî, 513 xebatkarên tenduristiyê yên ku di heyama Covîd-19an de û 449 xebatkarên tenduristiyê ku di erdhejên navenda wan Mereş bûn de canê xwe ji dest dayîn bibîranîn.

Piştî pandemiyê ji aliyê TTB’ê ve, roja 1’ê Nîsanê wekî Roja Bibîranîna Xebatkarên Tendursitiyê û Bijîşkên ku ji ber Covîd-19an canê xwe ji dest dane hat ragihandin.

Di kongreya rojnamegerî de Seroka Şaxa Diyarbekir ya TTB’ê Elîf Tûranê got; tevî hemû daxwaza wan ji bo xebatkarên tenduristiyê Covîd-19 wekî nexweşiya pîşeyî nehat qebûlkirin. TTB radigihîne ku, berûvajî daneyên fermî li Tirkiye û Bakur zêdetirî 300 hezar kesan ji Covîd-19ê canê xwe ji dest dane.

Rêveber û endamên TTB’ê dixwazin ku; şert û mercên karkirina wan werin sererastkirin û mûçeyên wan werin zêdekirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle