Li Diyarbekirê polîsan avêtin ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî

.

Diyarbekir polîsan ji ber daliqandina Ala Kurdistanê, avêtin ser avahiyên Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Hereketa Azadî.

Li gor agahiyan, polîsan Alayên Kurdistanê yên li şaneşînan ve daliqandî û alayên li hûndir kom kirin. Lêgerîna polîsan berdewam dike.

Ev yek piştî wê tê, partî û rêxsitinên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê pêr 17ê Berfanbarê di roja Ala Kurdistanê de, balkonên xwe bi Ala Kurdistanê xemilandin.

Di 17’ê Berfenbarê roja Ala Kurdistanê de, partî û rêxistinên ku li bakûr siyaset dikin jî, Ala Kurdistanê bi balkonên xwe ve berba kirin û ragihandin ku Ala Kurdistanê semboleke pîroz a gelê Kurd e û divê hemû Kurd bi wê zanînê di bin banê wê de yekîtiya xwe pêk bînin.

Ala Kurdistanê ku 17.12.1945ê li ser avahiya hikûmeta Komara Kurdistanê li Mehabadê hatibû bilindkirin, ji wê rojê ve jî wek sembola netewî ji aliyê hemû Kurdan ve tê pîrozkirin.

Nûçe Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle