Li Diyarbekirê Newroz bi coşî û pêşandana sembolên netewî hat pîrozkirin

.

 Ahenga Newrozê ya herî mezin li Bakurê Kurdistanê îsal jî wek salên borî roja 21ê Adarê li Diyarbekirê hat lidarxistin.

Di dema kombûna li Qada Newrozê de, ji ber sembolên kurdî û cilûbergên kurdî, ji aliyê polîsan ve dema çûyîna nav qada Newrozê astengî hatin derxistin û bi avê û gaza rondikrêj destwerdan hat kirin.

Lê belê dîsa jî bi hezaran welatiyên ku ji gelek deverên din ên Bakurê Kurdistanê jî hatibûn derbasî qada Newrozê bûn û bi govend û şahiyan Newroza xwe pîroz kirin.

Herwiha di ahenga Newroza Diyarbekirê de sembolên netewî yên Kurdî jî hatin pêşandan û ala Kurdistanê jî li gelek deverên qada Newrozê hat hildan.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin