Li Diyarbekirê Navenda Bangewaziya Kurdî hat vekirin

.

Li Diyarbekirê Navenda Bangewaziyê ya kurdî hat vekirin, welatî dikarin bi rêya vê xizmetê daxwaz û giliyên xwe bi zimanê kurdî bigihînin rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ragihand ku, di bin banê şaredariyê de Navenda Bangewaziya Kurdî hatiye vekirin.

Hijmara Navenda Bangewaziya Kurdî 153 ye. Rayedarên şaredariya Bajarê Mezin dibêjin, “Ev xizmet di çarçoveya xizmetên pirzimanî de tê dayîn.”

Welatî bi vê xizmetê dê bikaribin bi zimanê kurdî daxwaz, gilî û pirsgirêkên xwe ji şaredariyê re bêjin û li gorî vê yekê bersiva daxwaz û giliyên wan were dayîn. Li navenda heta niha bi tirkî ximzet dihat dayîn û ji niha pê de dê bi kurdî jî were dayîn. Xizmeta ku bi zaraveyê kurmancî dest pê kiriye di rojên pêş de dê bi zaraveyê zazakî jî were dayîn.

Rayedaran dan zanîn ku ew amadekariyan dikin ku, di paşerojê de bi zimanên erebî û ingilîzî jî xizmetê bidin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle