Li Diyarbekirê 47 kes hatin desteserkirin

.

Hevserokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan jî di nav de, 47 kes li Diyarbekirê hatin binçavkirin.

Hevserokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan jî di nav de, 47 kes li Diyarbekirê hatin binçavkirin. Endamên HDPê xwestin ku operasyonên Tirkiyeyê protesto bikin, lê belê hêzên asayîşê rê neda wan û 47 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo protestokirina êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, li Qada Şêx Seîd a li Diyarbekirê ligel saziyên civaka sivîl kom bûn.

Li cihê ku dê daxuyanî bihata dayîn, hêzên ewlehiyê rê nedan daxuyanî were dayîn û Hevserokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan jî got: “Ti tişt nikare me asteng bike. Em li aliyê aştiyê ne. Kesên derdora me bigrin li aliyê şer in.”

Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê tevî Hevserokê Şaxa Diyarbekirê ya HDPê Zeyyat Ceylan, 47 kes desteser kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle