Li Diyarbekirê 22 jin hatin desteserkirin

.

Serdozgerê Komarî yê Enqerê bi îdiaya endamtiya PKKê biryara desteserkirina 50 jinan daye û 22 jin li Diyarbekirê hatine desteserkirin.

Serdozgerê Komarî yê Enqerê bi îdiaya endamtiya PKKê biryara desteserkirina 50 jinan daye û  22 jin li Diyarbekirê hatine desteserkirin.

Bi daxwaza Serdozgerê Komarî yê Enqerê îro li 14 bajaran biryara desteserkirina 50 jinan hatiye dayîn û 22 jin li Diyarbekirê hatine desteserkirin. Serdozgerê daxuyandiye ku operasyon bi îdiaya endamtiya PKKê û li hember rêxistinbûna jinan hatiye kirin.

Di operasyonên ku îro li malên 50 jinan hatine kirin de 22 jinên ku navê wan di lêpirsînê de derbas dibe, hatine destserkirin û ji ber ku lêpirsîn li Enqerê hatiye vekirin, tê çaverêkirin ku jinên desteserkirî ji bo Enqerê bên veguhastin.

Dozgerê lêpirsînê ragihandiye ku ji bo desteserkirina jinên din ku navê wan di lêpirsînê de derbas dibe jî lêgerîn berdewam dike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle