Li Diyarbekirê 16 rojnameger hatin zindanîkirin

.

Li Amedê di 8ê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku Sedozgeriya Komarî ya Amedê dabû destpêkirin de 22 rojnameger hatibûn desteserkirin. Ji wan 16 rojnameger hatine girtin.

Rojnamegerên ku hatine girtin ev in:

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JinNewsê Safiye Alagaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnmeger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu.

Her weha dadgehê, rojnameger Esmer Tûnç, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî serbest berdayê.

Malbat û rojnameger li pêşiya edliyeyê bi berzkirina dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Berxwedan Jiyan e” biryar şermezarkirine.

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin