Li Dirbêsiyê Ciwanên Şoreşger êrişî çalakiya Roja Ala Kurdistanê kir

.

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, girûpa Ciwanên Şoreşger êrîşî çalakiya “Roja Ala Kurdistanê” kir û ofîseke ENKSê şiwatand, herwiha di encama êrîşê de, kesek ji alîgirên ENKSê bi giranî birîndar bû.

Îro Înê 17ê Kanûna 2021an, li bajarên cûda yên Rojavayê Kurdistanê, bi helkefta roja Ala Kurdistanê, çalakî û komcivîn hatin lidarxistin.

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê jî ENKSê bi vê boneyê çalakiyek saz kir. Li Dirbêsiyê grûpa Ciwanên Şoreşger êrîşî çalakiyek ENKSê ya ji bo Roja Ala Kurdistanê kir û ofîseke ENKSê şiwatand.

Herwiha di encama êrîşê de, kesek ji alîgirên ENKSê bi giranî hat birîndarkirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê bi dest xistine, navê kesê birîndar Nizamedîn Elîko ye. Wêneyên birîndarbûna wî kesî jî bo Rûdawê hatine şandin ku di wêneyan de xwîn li ser ser û çav û destê wî dixuye.

Silêman Oso Endamê Desteya Serokatiy ENKSê derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand ku “hejmarek ji Ciwanên Şoreşger li Dirbêsiyê bi daran êrîşê endam û alîgirên ENKSê kirine û kesek birîndar kirine.”

Herwiha li bajarê Kobanê jî hejmareke mezin ji endamên Asayîşê li dora ofîsên ENKSê belav bûne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle