Li Dirbêsiyê Ciwanên Şoreşger êrîşî çalakiya bîranîna Mela Mistefa Barzanî kirin

.

Do 44emîn salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî bû. Li Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê Ciwanên Şoreşger êrîşî cihê çalakiyê kirin û beşekî konê çalakiyê şewitandin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cuda cuda nemir Mela Mistefa Barzanî hat bibîranîn, çalakiyên bîranînê ji aliyê ENKSê ve hatin sazkirin.

ENKSê ragihand ku li Dirbêsiyê Ciwanên Şoreşger êrîşî cihê çalakiyê kirin û beşekî konê çalakiyê şewitandin.

Endamê Xweciya Dirbêsiyê ya ENKSê Nîzamedîn Elîko ji Rûdawê re got, destpêkê asayişê ji wan xwest çalakiyê nekin, lê wan dest bi karê xwe kir, piştre Ciwanên Şoreşger êrîşî çalakiya wan kirine û beşekî çadir şewitandin û silogan li dijî wan avêtine.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle