Li Dîlokê operasyona bi beşdariya 1529 polîsan: 149 kes hatin desteserkirin

.

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, li dijî bazirganên madeyên hişber operasyonek bi beşdariya hezar û 539 polîsan hat kirin û tê de 149 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro 13ê Nîsanê li Dîlokê ragihand, operasyoneke berfireh bi navê “Operasyona Hişkkirina Kokê” li dijî bazirganên madeyên hişber hatiye destpê kirin.

Suleyman Soylu got: “Di 49emîn operasyona dijî madeyên hişber de 179 armanc hatibûn diyarkirin. Demjimêr 04:45 bi beşdariya 1529 polîs û cendirmeyan operasyon hat destpêkirin. Operasyon bi serkeftî berdewam dike û heta niha 149 kes hatin desteserkirin.”

Soylu dibêje li Tirkiyê 126 hezar kesên ku berhemanîn û bazirganiya madeyên hişber dikin di girtîgehan de ne.

Soylu herwiha got: “Di encama tekoşînê de mirinên ji ber madeyên hişber di 6 salên dawî de ji 941 kesan bo 270 kesan daketiye. Tekoşîna me dê li dijî madeyên hişber berdewam be.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle