Li Dijî Biryara Qeyûman Serî Li Dadgehê Dane

Li dijî biryara tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û ya Mêrdînê serî li dadgeha îdareyê dane.

Li dijî biryara tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û ya Mêrdînê serî li dadgeha îdareyê dane.

Parêzerê Selçûk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê û yê Ahmet Turk, Şaredarê Bajarê Mêrdînê serî li Dadgeha Îdareyê dane û xwestine ku biryara tayînkirina qeyûman a ji hêla Wezareta Karûbarên Navxweyî were sekinandin û betalkirin.

 

Mehmet Emin Aktar, Parêzerê Mizrakliyî serî li 1em Dadgeha Îdareyê ya Amedê, Erdal Kuzu, Parêzerê Ahmet Turkî jî serî li 2yem Dadgeha Îdareyê ya Mêrdînê daye.

Di daxwaznameyan de parêzeran gotiye ku divê biryara dûrxistina ji erkê bi erkê re têkildar be lê hê beriya şaredar mazbatayên xwe bistînin, piştî hilbijartina 31ê Adarê bi rojekê, roja 1ê Nîsanê waliyên bajarên navborî daxwazname dane û xwestine şaredar ji wezîfeyê bên standin, ev jî dijhiqûqî ye û bi sedemên siyasî hatiye kirin.

 “Li dijî Destûra Bingehîn e”

Parêzeran diyar kiriye ku mijar û sedema biryarê dijhiqûqî ye. Dîsa balkişandine ser guhertineke yasayî ya di dema Rewşa Awarte de û di encama Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de (KHK) hatiye kirin û hatiye gotin ku divê ev guhertin tenê di dema Rewşa Awarte de bi cih bihata lê di biryara tayînkirina qeyûman de xwe spartine vê guhertinê û ev jî li dijî Destûra Bingehîn e.”

 

Siyaset Haberleri

Zeydî û Barrack li ser "aboriyeke bi hêz û welatekî bê çekdar" li hev kirin
Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’