Li dijî biryara Parêzgeriya Diyarbekir li Dadgeha Rêveberiyê doz hat vekirin

.

Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir: Biryara Parêzgeriya Diyarbekir a qedexekirina hemû cure çalakiyan ji ber ku li dijî mafên mirovan e.

Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir ragihand ku li dijî biryara Parêzgeriya Diyarbekir a qedexekirina hemû cure çalakiyan ji ber ku li dijî mafên mirovan e doz li Dadgeha Rêveberiyê hatiye vekirin.

Parêzgeriya Diyarbekir ragihandibû ku di navbera 26ê Adarê û 4ê Nîsanê de hemû cure çalakî hatine qedexekirin.

Komeleya Mafên Mirovan jî da zanîn ku ji wan li gel çend saziyên sivîl ên Baroya Diyarbekir jî tê de li Dadgeha Rêveberiyê ji bo betalkirina biryara Parêzgeriya Diyarbekir doz vekirine.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku biryara Parêzgeriya Diyarbekir li dijî maddeya 34.a Makezagona Tirkiyeyê û maddeya 11. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye ku van maddeyan de behsa mafên civîn û çalakiyan tê kirin û bal tê kêşan ku biryara Parêzgeriya Diyarbekir li dijî mafên mirovan e.

Saziyên ku serî li Dadgeha Rêveberiyê dane: Komeleya Mafên Mirovan, Baroya Diyarbekir, Dayîkên Aştiyê, Yekîtiya Avahîsaz û Endazyaran a Tirkiyeyê TMMOB a koordinasyona bajêr, Nunertiya Diyarbekir a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê TÎHV, Jura Bijilkan a Diyarbekir, Platforma Şaxên Diyarbekir a KESKê, Serokatiya Herêmê ya Diyarbekir a DÎSKê, Komeleya Hiquqnasên Azadîparêz a Şaxa Diyarbekir.

K24

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû