Li dijî Baroya Diyarbekirê lêpirsîna ‘Komkujiya Ermenan’ hat destpêkirin

.

Hat ragihandin ku ji ber daxuyaniyeke wan a di salvegera Komkujiya Ermenan a salên 1915an de, li dijî Baroya Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê, ji aliyê Wezareta Dadê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Parêzerekî ji ber daxuyaniya çapemeniyê ya 24ê Nîsanê ya salvegera bûyerên 1915an gilî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê kiriye û wezaretê jî destûr da ku derbarê Serokê Baroya Diyarbekirê û desteya rêveberiya wê de lêpirsîn were destpêkirin.

Hat zanîn ku lêpirsîn wê li gor xala 301emîn a Qanûna Ceza yê Tirkiyê (TCK)ê bê kirin û hat diyarkirin ku ev biryar li ser giliyê parêzer Mehmet Tûnç ve hatiye dayîn.

Wê li ser vê biryara Wezareta Dadê, lêpirsîn ji bo Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, Endamên Lijneya Rêveberiyê Zuhal Işik, Serdar Ozer, Seyît Riza Karakaş, Mehmet Erdem, Elî Îsmet Girgin, Diyar Ruknedîn Çetedir, Mehdî Ozdemîr, Oyku Çakmak, Hatîce Demîr û Atîlla Berk li gorî madeya 301ê bê destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin