Li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperestî

Alîgirekî Amedspor ji ber Kurdbûna xwe îro li Stenbolê rastî êrişa nijadperestên Tirk hat.

Navenda Nûçeyan

 

Serokê Klûba Amedsporê Metin Kilavuz ragihand ku alîgirê tîma wan ê bi navê Mehme A.K îro berî destpêkirina lîstîka Sariyer-Amedsporê  rastî êrişa alîgirên tîma Sariyer ên nijadperest hatîye.

 

Metin Kilavuz dîyar kir ev hefteyek e alîgirên Sariyerê li ser medyaya civakî dirûşmên nijadperestî li dijî tîm û aligirên wan belav dikin.

 

Kilavuz destnîşan kir ku Mehmet A. K. bêyî ku bizane qedexe bo alîgirên Amedsporê heye, xwestîye here stadyûma Sariyerê lê rêya wî ji alîyên alîgirên tîma Sariyerê ve tê girtin û ji wî dipirsin “Tu dê biçe kuderê?” ew jî dibêje dê here lîstika Amedsporê temaşe bike, piştre jî dipirsin “tu Kurd î?”

 

Bi gotina Metin Kilavuz dema ku Mehmet A. K. dibêje ez Kurd im, yekser alîgirên Sariyerê êrişî wî dikin.

 

Kilavuz da zanîn ku tevî navê 3 hevalên wan di lîsteya protokolê de heye rastî êrişê hatine.

 

Serokê Klûba Amedsporê Metin Kilavuz got ku derbarê bûyurê de wan karûbarên yasayî dane destpêkirin.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir