Li dîaspora xwepêşandanê piştgirîyê yên girseyî

.

Roja 22.10.2022 li gelek paytextên welatên Ewropa û derên din yên diasporayê bi 10 hezaran girse ji bo piştgirîya xwepêşanderên Rojhelatî Kurdistanê û  bi giştî Îranê meşîyan banga piştgirî û hevkarîyê kirin.

Yek ji van welatan jî Danîmarka bû. 

Li Danimarakayê jî, ji bo piştevanîya Rojhelatê Kurdsitanê û Îranê Kurd û pêkhateyên Îranî ji ber Wezareta Derva ya Danîmarkayê, heta pêş Parlamentoya Danîmarkayê meşîyan. Li pêş Parlamentoya Danîmarkayê xwepêşandanek 3 saetî pêkhanîn.

Di vî xwepêşandanê de gelek sîyasetmedarên Danîmarkî beşdar bûn û axifîn;
Ida Auken endama Partiya Sosyal Demokrat a Danîmarka. Lars Løkke Rasmussen, serokê Partiya Moderatan û serokwezîrê berê yê Danîmarka. Sophia Karsten Nilsen seroka siyasî ya Partiya Radîkal. May Willadsen seroka siyasî ya Partiya Endhislisten. Seroka Partiya Sosyalîst a Gel (SF) Pia Olsen. Berdevka Partiya Gel a Muhafazakar li Parlamentoya Ewropayê Katarina Amizbol. Yildiz Akdogan ji Quinegod ji bo Queen e û parlamentarê Sosyaldemokratan.
Seîd Sultanpûr berpirsê Partîya Demokrat a Kurdistanê -Îran li Danîmarkayê jî li ser navê komîteya amadekarê xwepêşandanê axaftinekî bi Damîmarkî kir.
Herwiha axaftinekî jî bi Farisî hat kirinê.
Hemî Axaftvan daxwaza piştgirîyê kirin û gotin êdî dema nemana Îxtidara ku 43 sale li xelkê zilim dike hatîye. ”Eva 43 sale xelk jê ditirsîya, niha êdî ew ji nemana xwe ditirse”.
Catherine Sûslû  muzîsyen kemanjenê bi kemana xwe çend perçe muzîka lêda. Fînalîsta X Factorê Tina Melmgord jî parçeyekî ku taybet li ser xwepêşandanên û berxwedanên li Rojhelatê Kurdistanê pêkhanîbû got.

Rûpela Nû/Danîmarka


22.10.2022

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt