Li devera Barzan her roj Roja Parastina Ajelên Kûvî û Jîngehê ye

.

 Îro, Roja Cîhanî ya Parastina Ajelên Kûvî ye û li devera Barzan jî, her roj roja parastina ajelên kûvî û roja parastina jîngehê ye.

Li devera Barzan zêdetir ji 100 salan ne parastina jîngehê bi qedexekirina birîna daran, gihandina zirarê bi sirûşt û nêçîra ajelên kûvî û çûkan, tê kirin.

Zêdetir ji 100 salan e ajalên kûvî li Barzanê di bin ewlehiyê de dijîn. Devera Barzan li Herêma Kurdistanê û Iraqê, heta ji bo welatên cîran jî bûye mînakeke ciwan a parastina jîngehê.

Jîngehparêz Hêriş Reşîd dibêje, di serdema Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî de, biryar hat dayîn ku jîngeh, çûk û jîngehên kûvî bên parastin. Ji wê demê ve li deverê parastina jîngeh, ajelên kûvî û çûkan, bûye çandek.

Jîngehparêz Mihemed Emîn Ehmedî jî got: “Parastina jîngehê erkekî niştimanî û mirovî ye, ku ji ber bicîkirina sîstema berê li deverê, xelk parastina jîngeha devera xwe, weke erk û zext li ser xwe nabînin. Divê her kes bizane ku ev erkekî mirovî ye û divê parastina jîngehê bikin.”

Her dema ku ajelên kûvî yên devera Barzan pêwîstiya wan alîkariyê hebe, xelk tên alîkariya wan dikin û Pêşmergeyên Jîngehê agahdar dikin û Pêşmerge jî xizmetguzariyan ji wan re pêşkêş dikin, heta ku tenduristiya wan çareser dibe.

K24

Kurdistan Haberleri

Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire
ROJAVA - Guhertina sîstema perwerdeyê: Zimanê Kurdî dê bibe derseke vebijêrkî?