Li Dêrsimê ‘Konferansa Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza’ hat lidarxistin

.

Konferansa “Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza” ye li Dêrsima Bakurê Kurdistanê bi rê ve çû.

Weqfa Çand û Lêkolînên Kurdî (KURT-KAV) ji bo 87emîn salvegera biryara Komkujiya Dêrsimê ku 4ê Gulana 1937an ji aliyê Encûmena Wezîran a Tirkiyê ve hat dayîn û wekî roja destpêkirina komkujiyê tê qebûlkirin, li wî bajarî konferansek li dar xist.

Konferansê bi axavtina Serokê KURT-KAVê Mehmet Celalettîn Baykara dest pê kir.

Dr. Yalçin Çakmak, Dîroknas û nivîskar Mahmut Akyureklî û lêkolîner û nivîskar Cemal Taş li ser Komkujiya Dêrsimê û bûyerên berî û piştî komkujiyê gotarên xwe pêşkêş kirin.

Dîroknas û nivîskar Mahmut Akyureklî li ser dîroka Komkujiya Dêrsimê, Komkujiya Koçgiriyê û pêvajoya Komkujiya Dêrsimê axivî.

Ji bilî Dêrsimiyan ji bajarên din jî hejmarek kes û siyasetmedarên Kurd beşdarî konferansê bûn.

Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan, Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk û Rêveberê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Riza Katurman jî li ser Komkujiya Dêrsimî axivîn.

Xebatên vekirina Weqfa Çand û Lêkolînên Kurdî (KURT-KAV), bi armanca lêkolînên li ser çand û edebiyata Kurdî sala 1992an ji aliyê 98 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran hat destpêkirin.

Piştî biryara dadgeha bilind a sala 1996an bi fermî damezrandina wê hat qebûlkirin.

KURT-KAV, piştî avakirina Komara Tirkiyeyê yekem saziya fermî ye ku bi navê Kurd hatiye avakirin û qebûlkirin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye