Li Dêrsimê geştên balonê dest pê kir

.

Li Dêrsima ku bi bedewiyên xwe yên xwezayî tê naskirin geştên bolanê dest pê kir.

Balona ku 30 metreyî bilind dibe dilê zarokan xweş û geş dike.

Dema geşta balonê dest pê kir berê xwendekarên dibistana seretayî li balonê siwar bûn.

Di mehên havînê de li vê parêzgehê gelek çalakiyên geştyariyê yên di nav xwezayê de tên kirin û îsal geştên balonê jî li wan çalakiyan hatin zêdekirin.

“Bajarê ku kesk û şîn dibin yek”

Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu got:

“Geştyar mafdar in ku ji vir re bêjin bajarê ku kesk û şîn dibin yek.

Tenê Pilûr ji bo geştên balonê guncav e, ji ber ku divê qadek hebe ku balon karibe lê bifire.”

“Gelekî xweş bû”

Xwendekar Yigit Îvanci li ser geşta xwe wiha axivî:

“Cara yekê ye li balonê siwar dibim, gelekî xweş bû, baş bû ku lê siwar bûm, dîmen gelekî xweşik bû.”

Bi taybetî havînan gelek geştyar berê xwe didin Dêrsima Bakurê Kurdistanê û li kêleka Çemê Munzûrê konan vedidin.

Herwiha werzişên avê yên wekî raftîngê tên kirin û geştyar berê xwe didin nav xwezaya bêhempa ya Dêrsimê.

“Dêrsim hîn bi temamî nebûye bajarê geştyariyê”

Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu diyar kir ku hinek pirsgirêkên Dêrsimê yên wekî jêrxanê hene û pê de çû:

“Dêrsim hîn bi temamî nebûye bajarê geştyariyê, ji ber ku jêrxaneke wê ya baş tune lê gavên girîng hatine avêtin.

Dêrsim nehatiye naskirin, wekî gencîneyekê ye ku di bin axê de mabe.

Pêwîstî bi wê yekê heye kesek wê derxe derve, em niha hewl didin wê gencîneyê derxin derve.

Em her kesî vedixwînin Dêrsimê.”

Dêrsim ji aliyê şûnwarên dîrokî ve jî xwedî cihekî girîng e.

Di mehên havînê de ku avhewaya vê parêzgehê gelekî hênik e tê hêvîkirin ku gelek geştyar berê xwe bidin Dêrsimê.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin