Li Dêrsîmê di navbera xwepêşander û polîsan de alozî derket

.

Li Dêrsîmê daxuyaniya Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dersîmê ya derbarê bihabûnê û qeyrana aborî de hat astengkirin û di navbera xwepêşander û polîsan de alozî derket.

Piştî mîtînga Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Hikûmî (KESK) ya 18ê Kanûnê li Dersîmê dê bihata kirin, hat qedexekirin, Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dersîmê, îro xwestin li Parka Seyîd Riza bi navê “Êdî Bes e, Em Nikarin Debara Xwe Bikin” daxuyaniyekê bidin û nerazîbûna xwe derbarê bihabûn û qeyrana aborî de nîşan bidin.

Lê polîsan rê de neda Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dersîmê daxuyaniyê bidin û di navbera her du aliyan de alozî derket. Piştî aloziyê demekê berdewam kir, grûp ber bi Kolana Hunerê ve meşiya û li wê derê daxuyaniya xwe da. Piştî daxuyaniyê endamên Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dersîmê belav bûn.

Sendîkaya KESKê ku Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dersîmê di nav de ne berî hefteyekê ji bo mîtînga "Êdî Bes e, Em Nikarin Debara Xwe Bikin” serî li Parêzgariya Dersîmê da û dest bi amadekariyan kir.

Parêzgariya Dersîmê, berî mîtîngê bi du rojan 16ê Kanûnê Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dersîmê, agahdar kirin ku rê nadin mîtîng bê sazkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle