Li Dêrsimê aşê gundê Elewiyan kirine mizgeft

.

 Li gundê Hakisê yê navçeya Qisleyê ya parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê, gundiyên Elewî nerazîbûnê nîşan didin ku aşê wan ê 130 salî bêyî agahiya wan kirine mizgeft.

Gundê Hakisê sala 1994an ji aliyê dewletê ve hatibû valakirin û şêniyên wê piştî nêzîkî 30 salan vegeriyane gundê xwe.

Piştî vegera gundiyan, Serokatiya Kar û Barên Diyanetê ya Tirkiyeyê dixwaze mizgefta gund a ku sala 1985an hatibû vekirin û piştî valakirina gund hatibû girtin, careke din veke.

Gundiyên ku hemû Kurdên Elewî ne, dibêjin ku ew avahî aşê gund ê 130 salî ye û milkê wan e lê bêyî razîbûna wan hatiye guherandin.

Mîne Sariçîçeka ku xwediyê milk e nerazîbûna xwe anî ziman:

“Hemû mafên min ji min standin.

Niha di destê min de tiştek nîne. Ez nizanim mifteya vê derê li gel muxtar an miftî ye.

Ez berî 4 rojan çûm miftîtiyê, min got, ev tapoya min e, ka tapoya we?, bersiv nedan min.

Ji min re gotin, em nahêlin tu bikevî wê derê, tu qirêj î, tu nikarî mala Xwedê qirêj bikî.

Ev der milkê min e, çawa dikarin wiha bibêjin?

Bi eşkereyî ji min re gotin, tu Elewî yî, mirdar î.

Ez dev jê bernadim, ev aşê min e, bila li tapoyan binêrin.”

Welatî dibêjin ku beriya mizgeftê pêdiviya wan bi çêkirina rê û avê heye û wekî Elewiyan, bi çêkirina mizgeftê bêrêzî li hemberî baweriya wan tê kirin.

“Em dibistan, navenda tenduristiyê û cemxaneyê dixwazin”

Welatiya bi navê Nuriye Keserê jî got:

"Gundê me sala 1994an bi zorê hat valakirin.

Gef li kal û pîrên me xwarin û ew ji gund derxistin.

Dewletê got, eger hûn gund vala nekin, em dê we bikujin.

Gundê me hat bombebarankirin. Niha jî mizgeftê çêdikin lê em mizgeftê naxwazin.

Em dibistan, navenda tenduristiyê û cemxaneyê dixwazin, em Elewî ne."

Welatiyê bi navê Murat Sariçîçek jî da zanîn:

"Em destpêkê rê û avê dixwazin. Em diçin ji bo van daxwazên xwe serlêdanê dikin lê bersiv nadin û cerdevanî û çêkirina mizgeftê li ser me ferz dikin.

Hemû gundî Elewî ne û kesek van tiştan naxwaze.

Em di vê serdemê de cerdevanî û çêkirina mizgeftê qebûl nakin."

Li Dêrsima ku piraniya şêniyên wê Kurdên Elewî ne, li gorî amarên fermî 89 mizgeft û tenê 8 cemxane hene.

Elewî daxwaza çêkirina cemxaneyên nû dikin.

Kurdistan Haberleri

Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe
Mark Savaya tekez li ser kontrolkirina komên çekdar kir
Koçberên ji Serê Kaniyê hişyariyê didin: 'Zivistaneke dijwar li pêşiya me ye'